Amerîkayê ji ber Kovîd-19ê ji Çînê dest bi wergirtina alavên tibî kir

Balafira ku ji Çînê hat û bi alavên tibî barkirî ye li New Yorkê danî

Amerîkayê ji ber Kovîd-19ê ji Çînê dest bi wergirtina alavên tibî kir

Hat ragihandin ku di çarçoveya têkoşîna dijî şewba cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) da balafira ku ji Çînê bo Amerîkayê alavên tibî anî, li New Yorkê danî.

Di nûçeyên çapemeniya Amerîkayê da hat destnîşankirin ku di balafira navborî da 30 hezar maskeyên N95, 1,8 milyon maskeyên emeliyetê, 70 hezar termometre û ji 10 milyonî zêdetir lepikên tibî hatin anîn.

Di daxuyaniya nivîskî ya Qesra Spî da hat diyarkirin ku ji bo têkoşîna dijî şewbê, di navbera herdu welatan da hevkariya fermî û taybet hat kirin û herwiha balafira ku îro danî, ji 20 balafiran a yekemîn e ku dê di çarçoveya peymanê da werin.

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku di şertên asayî da kargoyên heman awayî yên ku bi rêya deryayê tên anîn, maweya hatina wan 20-40 roj e, lêbelê ji ber cidiyeta şewbê, kargo dê bi rêya asîman bên anîn û herwiha dê di nava 2-3 rojan da bigihîn Amerîkayê.

Hat destnîşankirin ku alavên tibî dê li eyaletên New York, New Jersey û Connecticut ku bûne pêgeha sereke ya şewbê, li nexweşxane, şaxên tenduristiyê û malên kal û pîran werin belavkirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE