Hat ragihandin ku Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Mike Pompeo ji Wezîrê Karên Derva yê Albaniyayê Dîtmîr Bushatiyê du dîplomatên Îranî wek "kesê nayê xwestin" îlan kiribû ra têlefon kir û ji ber vê tevgerê ew pîroz kir.
Alîkarê Berdevkê Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê Robert Palladîno der barê mijarê da daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand ku Pompeo têlefonî hevpîşeyê xwe yê Arnawidî kir û jê ra spas kir.
Palladîno di daxuyaniyê da destnîşan kir ku Pompeo ji wê gava ku Albaniyayê der barê du dîplomatên Îranê da avêt razî ye û wiha domand: "Ew gava hikûmeta Albaniyayê avêt awayekî eşkere nîşan da ku terora Îranê wê li ser axa Ewropayê neyê qebûlkirin û vê peyamê bi eşkere da şandin."
Berdevka Wezareta Karên Derva û Ewropayê ya Albaniyayê Edlira Prendiyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got: "Albaniyayê der heqê du dîplomatên ji Balyozxaneya Îranê ku bigumana ew tevlî çalakiyên ji bo ewlehiya welêt bi talûke ye, bûne, biryara "kesê nayê xwestin" da.
Berdevkê Wezareta Karên Derva yê Îranê Behram Qasimî jî gotibû ku ji ber zexta Amerîka û Îsraîlê du dîplomatên Îranê ji hêla Albaniyayê va wekî "kesê nayê xwestin" hatin îlankirin.AA