Amerîkayê ji bo rojhilatê Feratê mixalifên Sûriyeyê tehdîd kirin

Tirkiye ji bo operasyona eskerî ya li dijî YPG/PKKya rêxistina terorê ya li rojhilatê Çemê Feratê ya li Sûriyeyê amadehiyan dike, Amerîkayê mixalifên eskerî û siyasî yên Sûriyeyê tehdîd kir ku tevlî vê herekatê nebin.

Amerîkayê ji bo rojhilatê Feratê mixalifên Sûriyeyê tehdîd kirin

Tirkiye ji bo operasyona eskerî ya li dijî YPG/PKKya rêxistina terorê ya li rojhilatê Çemê Feratê ya li Sûriyeyê amadehiyan dike, Amerîkayê mixalifên eskerî û siyasî yên Sûriyeyê tehdîd kir ku tevlî vê herekatê nebin.

Piştî ku Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan diyar kir ku li dijî YPG/PKKya rêxistina terorê ya li Sûriyeyê gelek cî dagir kiriye operasyonê were kirin rêveberiya Amerîkayê ji bo pêşî lê bibire dest bi xebatan kir.

Xêncî Donald Trumpê Serokê Amerîkayê wezîr û rayedarên eskerî yên Amerîkayê jî li hevtayên xwe yên li Enqereyê geriyan û gotin ku di "fikaran" da ne, îstixbarat û dîplomasiya Amerîkayê dest pê kirin mixalifên Sûriyeyê tehdîd dikin.

Rayedarên Amerîkayê ji komên Artêşa Azad a Sûriyeyê (AAS) û Koalisyona Hêzên Şoreşger û Mixalefeta Sûriyeyê (KHŞMS) ya saziya ban a mixalefetê ra peyamên bi tehdîd dişînin û dixwazin ku bira beşdarî operasyona eskerî ya dibe ku Tirkiye bike nebin.

Di peyamê da dibêjin ku kesên tevlî operasyonê bibin ew ê rasterast derkevin pêşiya artêşa Amerîkayê û wiha tê gotin:

"Heke AAS an jî KHŞMS tevlî operasyonê bibe ew ê were wê meneyê ku êrîşî Hêzên Kolalisyonê û Amerîkayê kirin û ev jî tê meneyê ku bi Hêzên Kolalisyonê û Amerîkayê ra têkevin pevçûnê. Hêzên Amerîkayê û HDS di nav hevdu da ne. Ji ber vê hetanî êrîşî Hêzên Kolalisyonê û Amerîkayê nekin nikarin êrîşî HDSyê bikin."

Rayedarên Amerîkayê di ser da jî gotin "Dema Fîl şer dikin dibê ji wê derê dûr bisekinin".

- Rojhilatê Feratê

45 kîlomêtreqere erdê di navbera Çemê feratê û sînorê Iraqê da di dagiriya YPG/PKKya rêxistina terorê da ye.

YPG/PKK ji sala 2014an vir da bi piştgiriya Amerîkayê li rojhilatê Feratê belav bûye û kêmzêde 15 hezar terorîstên wê hene.

Herêma ji Til Enyad û Tabkaya navçeyên Reqayê, Kobanêya Helebê, Qamişlo, Amûde û Resulayna navçeyên Hisiçya û bakurê Dêrazorê pêk tê.

Dîroka nûkirinê: 16 Kanûn 2018, 18:05
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE