Amerîkayê kuştina nûçegihana Al Jazeerayê bi tundî şermezar kir

Amerîkayê kuştina nûçegihana Al Jazeerayê bi tundî şermezar kir

Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê bi tundî şermezar kir ku Şirîn Ebû Aqîleya nûçegihana televîzyona Al Jazeerayê li bajarê Cenîna li bakurê Şerîaya Rojava ya dagirkirî dema peywira xwe da hat kuştin û bang kir ku der barê bûyerê da lêkolîn bidin destpêkirin. 

Ned Prîceyê Berdevkê Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê ji ser hesabê xwe yê çapemeniya civakî daxuyanî da û diyar kir ku ji ber bûyerê gelekî xemgîn bûn. 

Prîce got ku "Em li Şerîaya Rojava kuştina Şirîn Abû Aqîleya rojnamevana Amerîkayî bi tundî şermezar dikin. Lêpirsîn div¨bi awayekî lez û bi esas bê kirin û berpirsyar hesabê bidin. Mirina wê derbeyeke li ser azadiya çapemeniyê ya li her derê dinyayê ye."

Şirîn Ebû Aqîleya nûçegihana sehayê ya bi tecrube ya televîzyona Al jazeeeraya ku navenda wê Qeter e vê sibê dema ku li Kampa Penaberan a Cenînê ya li Şerîaya Rojava ya dagirkirî raserê dişopand bi gulebarana eskerên Îsraîlê ji serê xwe xedar birîndar bibû. 

Eskerên Îsraîlê digel ku peywira xwe dikin û li serê êlega pola ya li serê "çapemenî" dinivîse hebû bi guleyên rasteqîn lê xistibûn û Ebû Aqîle jiyana xwe ji dest dabû. 

Rojnamevan Elî es-Sumudiyê ku li ba Ebû Aqîleyê bû jî ji pişta xwe birîndar bibû. Hatibû ragihandin ku rewşa Sumudiyê rakirin nexweşxaneyê stabîl e. 


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE