Amerîkayê li Dêra Zorê dîsa li mizgeftê xist

Hêza Wezîfeya Yekbend a dijî DEAŞê: "Di 15ê rêbendanê da li başûrê Heccîna Sûriyeyê koalîsyonê bi êrîşekê va li mizgefteke ku DEAŞê wek tesîsa kontrol û fermandeyê dixebitand, xist"

Amerîkayê li Dêra Zorê dîsa li mizgeftê xist

Koalîsyona dijî DEAŞê ya ku Amerîka pêşengtiya wê dike daxuyand ku li navçeya Heccîna bajarê Dêra Zor a Sûriyeyê li mizgefteke din jî xist.

Di daxuyaniya Hêza Wezîfeya Yekbend a dijî DEAŞê da wiha hat gotin, "Di 15ê rêbendanê da li başûrê Heccîna Sûriyeyê koalîsyonê bi êrîşekê va li mizgefteke ku DEAŞê wek tesîsa kontrol û fermandeyê dixebitand, xist."

Di daxuyaniyê da hat îdiakirin ku DEAŞ avahiyên ku êrîşa wan a qedexeyê heye, dixebitîne û van avahiyan dixe hedef û wiha hat gotin, "Dema ku êrîş hat kirin, 16 şervanên DEAŞê bi çekên xwe yên giran va (di mizgefta) ku wek fermande û kontrolê dixebitandin da bûn. Ew der ji bo ku êrîşî şirîkên koalîsyonê bikin dixebitandin. Bi vê êrîşê va ev terorîst hatin kuştin."

Ev avahiya sivîlan a ewil nîne ku koalîsyonê lêxist. Koalîsyonê hefteya borî jî li navçeya Heccînê li nexweşxaneyekê xistibû.

Her wiha koalîsyona ku Amerîka pêşengtiya wê dike, di cotmehê da li bajarê Dêra Zorê li gelek mizgeftan xist û di êrîşan da bi dehan sivîl hatin kuştin.

Çavkaniyên herêmî gotibûn ku koalîsyonê di 22yê cotmehê da li navçeya Heccînê Mizgefta Zeviyeyê xist û tê da 7 sivîl hatin kuştin.

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) Albay Rob Manning diyar kiribû ku li mizgeftekê xistine, lê der heqê kuştina sivîlan da tu agahî nedabû.

Çavkaniyan gotibû ku hêzên koalîsyonê di 21ê cotmehê da li Heccîna ku DEAŞ û YPG/PKK lê şer dikin jî êrîşa esmanî birin ser qurseke Qur'anê di êrîşê da 6 sivîl hatin kuştin.

Balafirên koalîsyona dijî DEAŞê di 19ê cormehê da jî ser nimêja înê êrîşî Mizgefta Osmanê kurê Effan kiribû û di êrîşê da 16 sivîl hatibûn kuştin.

Li heman navçeyê pêr jî êrîşî Mizgefta Ammarê kurê Yaser kiribûn û di êrîşê da 2 jê zarok 30 sivîl hatibûn kuştin.

Koalîsyon di êrîşên mizgeftan da îdia dike ku li DEAŞê dixe.

AA

Dîroka nûkirinê: 16 Kanûn 2018, 18:05
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE