Amerîkayê nivîsên dijî Hereketa Kaniya Aştiyê belav kir

Wezareta Karên Derva yê Amerîkayê ji balyozxaneyên xwe yên welatên din ra der barê Hereketa Kaniya Aştiyê da hin nivîs şandin û got herekat zirarê dide têkoşîna dijî DEAŞê û sivîlan

Amerîkayê nivîsên dijî Hereketa Kaniya Aştiyê belav kir

Hat ragihandin Wezareta Karên Derva yê Amerîkayê ji balyozxaneyên xwe yên welatên din ra der barê Hereketa Kaniya Aştiyê ya ku Tirkiye dike da hin nivîs şandin û got herekat zirarê dide têkoşîna dijî DEAŞê û sivîlan.

Li gor nûçeyên medyaya Amerîkayê gotinên di metnên Wezareta Karên Derva şandine da derbas dibin û gotinên Serok Donald Trump li hev nagrin, di nav wan da nakokî hene.

Hat gotin dîplomatên xwedî tecrube ji ber biryara Trump a vekişîna ji Sûriyeyê bifikar in.

Di nivîsên ku hatine şandin da hat destnîşankirin Hereketa Kaniya Aştiyê ya ku Tirkiye dike zirarê dide têkoşîna dijî DEAŞê û sivîlan, ewlehiya herêmê davêje talûkeyê.

Hat gotin di herekatê da mafên însanan tê binxpêkirin û Tirkiye divê van îxlalan lêkolîn bike.

Ji bilî vê hat gotin dema esker vekişiya xebatên alîkariya mirovî jî hatine vekişandin, alîkariya 50 milyon dolarî ya ku Amerîkayê wê bişanda herêmê jî ji bo ku bigîhîje cihên pêdivî pê hene zehmettir bûye.

AA

Dîroka nûkirinê: 22 Cotmeh 2019, 15:19
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE