Amerîkayê pêşnûmaya ku der heqê Pûtîn da lêpirsîna sûcê şer pêş dibîne, erê kir

Amerîkayê pêşnûmaya ku der heqê Pûtîn da lêpirsîna sûcê şer pêş dibîne, erê kir

Bi pêşnûmaya Senatoya Amerîkayê qebûl kir va Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Pûtîn wek "sûcdarê şer" tê hesibandin û der heqê sûcên şer ên tê îdiakirin ku Rûsyayê li Ukraynayê kiriye da jî lêpirsîn bên kirin.

Pêşnûma ji alî Senatorê Komarparêz Lindsey Graham û bi îmzeya ji 20î zêdetir senatoran va pêşkeşî Lijneya Giştî ya Senatoyê hat kirin û Pûtîn wek sûcdarê şer îlan dike.

Pêşnûmaya biryarê ya ku tu sepandineke wê tuneye di Lijneya Giştî da bi erêkirina devkî va hat pejirandin.Bi pêşnûmayê va hat îdiakirin ku artêşa Rûsyayê ya li Ukraynayê bi êrîşên xwe va tevlî sûcên şer dibe û lazime saziyê navneteweyî der heqê wan da lêpirsînê bidin destpêkirin.

Senatorên Demokokrat û Komarparêz ên li Amerîkayê di mijara şerê li Ukraynayê da li dijî Rûsyayê bi şirîkatî tevdigerin û piştevanî dan pêşnûmayê.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE