Amerîkayê pêvajoya vekişîna ji Efxanistanê kuta kir

Orgeneral McKenzie ji bo ragihandina bidawîkirina dagiriya Amerîkayê ya 20 salan a li Efxanistanê, digel Berdevkê Wezareta Parastina Amerîkayê (Pentagon) John Kirby derket pêşiya kamerayan.

Amerîkayê pêvajoya vekişîna ji Efxanistanê kuta kir

Fermandarê Hêzên Navendî yên Amerîkayê (CENTCOM) Orgeneral Kenneth McKenzie ragihand, pêvajoya vekişîna hêzên Amerîkayê ji Efxanistanê kuta bû.

Orgeneral McKenzie ji bo ragihandina bidawîkirina dagiriya Amerîkayê ya 20 salan a li Efxanistanê, digel Berdevkê Wezareta Parastina Amerîkayê (Pentagon) John Kirby derket pêşiya kamerayan.

McKenzie wiha got, "Ez li vir im da ku wê yekê ragihînim ku vekişîna me ya ji Efxanistanê, mîsyona me ya texliyekirina welatiyên Amerîkayê û Efxanên bêpenah kuta bû. Balafira C-17 a dawîn 30ê Tebaxê bi saeta Milê Rojhilat ê Amerîkayê 15.29an ji Kabulê ji Balafirgeha Navneteweyî ya Hemîd Karzaî bi firê ket û firokeyên bi frokevan ên dawîn jî li wî welatî aniha ji qada asîmanî ya li ser Efxanistanê vedikişin."

- Pêvajoya bidawîkirina dagiriyê ya ji hêla Amerîkayê

Li gorî peymana ku rêveberiya Amerîkayê 29ê Sibata 2020î li paytextê Qeterê Dohayê bi Talibanê ra kiribû, soza wê yekê dabû ku ew ê ji 1ê Gulana 2021ê pê va hemû eskerên xwe ji Efxanistanê vekişîne.

Lêbelê Joe Bidenê ku 20ê Rêbendana 2021ê dest bi peywirê kir, ragihandibû ku vekişîn dê negihîje 1ê Gulanê û dû ra jî ragihandibû ku vekişîn dê heya salvegera 11ê Îlonê kuta bibe.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE