Amerîkayê qada xwe ya hewayê ji balafirên Rûsyayê ra girt

Bîden diyar kir ku qada hewayê ya Amerîkayê ji balafirên Rûsyayê ra girtin

Amerîkayê qada xwe ya hewayê ji balafirên Rûsyayê ra girt

Serokê Amerîkayê Joe Bîden diyar kir ku ji ber êrîşa Rûsya dibe ser Ukraynayê qada xwe ya hewayê ji balafirên Rûsyayê ra girt.

Bîden li Kongreya Amerîkayê di rûniştina hevpar a Senatoyê û Meclisa Nûneran da cara ewil axaftina "Rewşa Yekîtiyê" kir.

Bîden di destpêka axaftina xwe da bal kişand ser şerê Rûsya-Ukraynayê û wiha pê da çû: "6 roj berê Serokê Rûsyayê Vladimîr Putîn fikirî ku ew ê di rêya xwe ya tehdîdkar da bimeşe û bingeha dinyaya azad lerizand. Lêbelê şaşiyeke mezin kir. Difikirî ku ew ê têkeve Ukraynayê û dinyayê jî li ber va histû xwar bike. Lêbelê bi hêzeke ku qet nadihat bîrê ra rû bi rû ma. Bi gelê Ukraynayê ra hat hemberî hev."

Bîden destnîşan kir ku ji Serokê Ukraynayê Vladimîr Zelenskiy hetanî gel her kesî welatê xwe parast, Zelenskiy di axaftina li Parlementoya Ewropayê da bi bîr xist ku "Roniyê ji tariyê têk bibe" û Balyozê Washîngtonê yê Ukraynayê jî li Kongreyê ye.

Bîden got ji ber mueyîdeyên pêk tînin Rubleyê Rûsyayê hetanî niha ji sedî 30 ji qîmetê ket û wiha axivî: "Em ê îşev qada hewayê ya Amerîkayê ji hemû balafirên Rûsyayê ra bigrin û tevlî hevkarên xwe yên Ewropayê bibin. Ev ê jî Rûsyayê zêde îzole bike li ser aboriya wê tesîrê bihêle."

Bîden bal kişand ku Amerîka û gelê Amerîkayê li cem gelê Ukraynayê ye.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE