Amerîkayê Îran wek berpirsê pirsgirêkên Iraq û Lubnanê dît

Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Mike Pompeo: "Gelê Iraq û Lubnanê welatê xwe dixwazin. Dibînin ku rejima Îranê bi navê şoreşê tenê gendeliyê ji wan ra îxrac dike"

Amerîkayê Îran wek berpirsê pirsgirêkên Iraq û Lubnanê dît

Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Mike Pompeo îdia kir ku berpirsiyarê pirsgirêkên ku li Iraq û Lubnanê bûn sedema protestoyên tundî Îran e.

Wezîr Pompeo li ser geşedanên herêmê li ser Twitterê daxuyaniya nivîskî da.

Pompeo bal kişand ser protestoyên ku ji ber sedemên wek bêkarî, gendelî û kêmasiya xizmetên qamûyê û wiha got, "Gelê Iraq û Lubnanê welatê xwe dixwazin. Dibînin ku rejima Îranê bi navê şoreşê tenê gendeliyê ji wan ra îxrac dike. Gelê Iraq û Lubnanê heq dikin ku gotina wan here pêş û ji lêferzkirina Elî Xamaney (pêşengê dînî yê Îranê) xelas bibin."

- Xwepêşandanên xwînî yên li Iraqê

Li Iraqê dijî bêkarî, gendelî û kêmasiya xizmetên dewletê li gelek herêman protesto tên lidarxistin. Çalakvanên di 1ê cotmehê da dest bi protestoyan kirin, ji ber merasimên Erbeînê navber dabûn çalakiyan û di 25ê cotmehê da dîsa dest bi çalakiyan kiribûn.

Mîsyona Iraqê ya Neteweyên Yekbûyî jî diyar kiribû ku ji 1ê cotmehê vir va 254 çalakvan mirin, bi hezaran jî birîndar bûn.

- Xwepêşandanên li Lubnanê

Li Lubnanê jî ji ber pirsgirêkên aborî û bacên nû di 17ê cotmehê da protestoyan dest pê kir û xwepêşandêr dixwazin ku ji teknokratan hikûmeteke nû ya serbixwe û piçûkirî were avakirin.

Serokwezîr Herîrî 21ê cotmehê ragihandibû ku wî ji bo hêsakirina krîza aboriyê qederek biryar wergirtin, lêbelê van biryaran jî têrê nekir ku xwepêşandan rawestin. Herîrî li ser vê yekê, di 29ê cotmehê da diyar kiribû ku ew gihîşt wê qenaetê ku divê hikûmeteke nû were damezirandin da ku berjewendiyên pîroz ên Lubnanê biparêze" û îstifaya xwe pêşkêşî Serokomar Mîşel Ewn kiribû.

Ewn jî ji Herîrî xwestibû ku heya avakirina hikûmeta nû wezîfeya xwe bidomîne.

AA

Dîroka nûkirinê: 07 Mijdar 2019, 18:06
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE