Li gor çapemeniya herêmî ya Iraqê hêzên Amerîkayê li gelek deverên welêt ji hewayê va êrîşî ser komên milîsên çekdar ên nêzî Îranê kirin.
Di nûçeyên çapemeniya herêmî ya Iraqê weşandin da hat gotin ku balafirên Amerîkayê li Babîl, Kerbela, Selahaddîn, Enbar û hin bajarên din ji hewayê va êrîş birin ser yekîneyên Heşdî Şabî ya hêza milîs a Şiiyan a nêzî Îranê.
Koma Hizbullaha Iraqê jî rastî êrîşan hat.
Meqamên fermî yên Iraqê heta niha der barê mijarê da tu daxuyanî nedan.
Baregeha Eskerî ya Taciyê ya li Bexdayê ya Amerîkayê rastî êrîşa moşekê hatibû û dihat gotin ku Amerîka ji bo heyfê wê êrîşî komên çekdar ên nêzî Îranê bike.
AA