Amerîkayê êrîşa rêxistina terorê PKKyê ya dijî Pêşmerge şermezar kir

Amerîkayê êrîşa rêxistina terorê PKKyê ya dijî Pêşmerge şermezar kir

Amerîkayê êrîşa rêxistina terorê PKKyê ya ku duh dijî Pêşmerge kir bi tundî şermezar kir.

Konsolosxaneya Amerîkayê li Hewlêrê di daxuyaniya li ser hesabê xwe yê Twitterê da wiha got, "Em êrîşa xeternak a PKKyê ya dijî partnerê me Pêşmerge bi awayê herî tund şermezar dikin."

Di daxuyaniyê da ji bo xizmên yên ku jiyana xwe ji dest dan serxweşî, ji bo Pêşmergeyên birîndar jî şifa hat xwestin.

Amerîkayê her wisa destnîşan kir, ji bo ewlekariya herêmê ew ê xebata xwe ya digel Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) bidomînin.

Di daxuyaniya duh a Wezareta Pêşmerge ya HKIyê da hatibû ragihandin, PKKyê li Amediya navçeya Duhokê kemîne avêt pêşiya hêzên Pêşmerge.

Di daxuyaniyê da hatibû ragihandin, di êrîşê da 5 Pêşmerge hatin kuştin, 8 Pêşmerge jî birîndar bûn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE