Amerîkayê êrîşa terorê ya li Efrînê şermezar kir

Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Mîke Pompeo êrîşa terorê ya ku li navçeya Efrînê ji hêla YPG/PKKya rêxistina terorê bi tankereke sotemeniyê ya bombebarkirî va hat kirin bêyî ku nav bide şermezar kir.

Amerîkayê êrîşa terorê ya li Efrînê şermezar kir

Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Mîke Pompeo êrîşa terorê ya ku li navçeya Efrînê ji hêla YPG/PKKya rêxistina terorê bi tankereke sotemeniyê ya bombebarkirî va hat kirin bêyî ku nav bide şermezar kir.

Pompeo der barê êrîşê da li ser Twîtterê wiha daxuyand: "Amerîka piştî êrîşa terorê ya tirsonek ya ku îro li Efrînê mirovên bêsûc hedef girt dîsa banga xwe dubare dike ku li Sûriyeyê bila piştgiriya agirbestê bê dayîn û ew bikeve rewacê. Çalakiyeke wiha şeytanî ji bo tu aliyan nayê qebûlkirin."

"Çalakiyeke wiha şeytanî ji bo tu aliyan nayê qebûlkirin"

Berdevkê Wezareta Karên Derva yê Amerîkayê Morgan Ortagus jî daxuyaniyeke bi vî rengî da û got di êrîşa terorê da sivîl û zarok hatin kuştin.

Ortagus wiha got: "Amerîka êrîşa terorê ya li Efrînê ya ku bû sedema kuştina dehan mirovên ji bo Remezanê rojiya xwe vekin li marketê danûstendin dikirin şermezar dike. Çalakiyeke wiha şeytanî ji bo tu aliyan nayê qebûlkirin."

Di daxuyaniyên Pompeo û Ortagus da der barê YPG/PKKya rêxistina terorê da tu gotinek nehat gotin ku vê jî bal kişand.

Ji hêla din Wezîrê Rojhilata Navîn ê Îngiltereyê James Cleverly jî li ser Twîtterê der barê êrîşê da peyamek weşand û wiha got: "Ez ji wan nûçeyên dibêjin li Efrînê li bazarekî bombeyek hat teqandin û dehan sivîl hatin kuştin tirsiyam."

Cleverly got heta îro Sûriyeyiyan bi têra xwe êş kişandin, divê hemû alî guh bidin banga Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî Geir Pedersen ya agirbestê.

Êrîşa terorê ya li Efrînê

 Li Efrîna navçeya Sûriyeyê bombeyeke di wesayîtekê da hatibû bicihkirin, teqiya.

Li Taxa Mehmûdiyeya Efrînê bombeyeke di wesayîteke sekinîbû da hatibû bicihkirin, teqiya.

Di teqînê da kes nemir, lê derûdorê zirar çêbû.

Hêzên ewlehiyê yên herêmî çûn cihê teqînê û wisa texmîn dikin êrîş ji hêla YPG/PKKya rêxistina terorê hatiye kirin.

Duh êvarê li ser kolana Racuyê ya navenda navçeya Efrînê tankereke mazotê ya bomberêjkirî ji hêla YPG/PKKya rêxistina terorê va hatibû teqandin. Di êrîşê da jê 11 zarok, 40 kes hatibûn kuştin û 47 kes jî birîndar bûbûn.

YPG/PKKya rêxistina terorê li herêmên Ezez, Efrîn, Bab û Cerablusê gelek caran êrîşan dike, hewl dide rewşa aram a li van herêman xirab bike.AA

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE