Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê şaxên li DEAŞê yên Kongoya Demokratîk û Mozambîkê jî tevlî Lîsteya Rêxistinên Terorê yên Biyanî kir û serokê herdu rêxistinan jî wekî Terorîstê Taybet ê Kurewî da nasîn.
Di daxuyaniya nivîskî ya wezaretê da hat destnîşankirin ku rêxistinên Medîne Et Tewhîd û Mucahîdîn û Hêzên Demokratîk ên Mitefîq yên wekî şaxên Kongoya Demokratîk ên DEAŞê tên zanîn tevlî Lîsteya Rêxistinên Terorê yên Biyanî kirin û Seka Mûsa Balakuyê serokê rêxistinê jî wekî Terorîstê Taybet ê Kurewî dan nasîn.
Ensarul Sunneya wekî şaxa Mozambîkê ya DEAŞê tê zanîn jî tevlî heman lîsteyê kirin, Ebû Yasîr Hassanê serokê rêxistinê jî wekî Terorîstê Taybet ê Kurewî dan nasîn.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku di çarçoveya vê danasînê da dest didin ser mal û milkê saziyên têkiliya wan bi rêxistinan ra hene û ji bo welatiyên Amerîkayê qedexe ye ku bi wan kesan ra kar bikin.
AA