Amerîkayê Serkonsolosê Stenbolê yê Siudî hilda lîsteya mueyîdeyê

Di daxuyaniya wezaretê ya li ser biryarê da bal kişandin ser rola binpêkirina mafên mirovan a Uteybî.

Amerîkayê Serkonsolosê Stenbolê yê Siudî hilda lîsteya mueyîdeyê

Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê diyar kir ku bi hinceta di kuştina Cemal Kaşikçiyê rojnamevan da rola wî heye Mihemed Uteybiyê Serkonsolosê Stenbolê yê berê yê Erebistana Siûdî hildan lîsteya mueyîdeyê.

Di daxuyaniya wezaretê ya li ser biryarê da bal kişandin ser rola binpêkirina mafên mirovan a Uteybî.

Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Kuştina Cemal Kaşikçi bûyereke bêbext e û nayê qebûlkirin. Gava me ya îro jî bersiveke ji bo kuştina Kaşikçi ye. Ji ber vê wezareta me Mihemed Uteybî di çarçoveya Qanûna Berpirsyariya Mafên Mirovan a Magnitsky ya Kurewî da hilda lîsteya mueyîdeyan."

Wekî mayîn di daxuyaniyê da hat xwestin bira ji bo eşkerekirina kuştina Kaşikçi pêvajoyeke zelal were meşandin di encama darizandinê da kesên rola wan di bûyerê da hene werin eşkerekirin û wiha hat gotin: "Ji bo li rastiyê bigerin, bi kongreyê ra piştevaniyê bikin, kesên tevlî bûyerê bûne berpirsyar bigrin em ê bi welatên ra xebatên xwe bidomînin."

Wezîrê Çeçen jî di lîsteyê da ye

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku Aslan Iraskanovê Wezîrê Karên Navxweyî yê Komara Çeçenistanê ya girêdayî Federasyona Rûsyayê jî ji ber ku rola wî di binpêkirina mafên mirovan da heye hildan lîsteyê.

Hat ragihandin ku Iraskanov li serê hêzên ewlekariyê ya Çeçenistanê bû û bêyî darazindin bû sedema înfazkirina 27 kesan.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE