Amerîkayê telîmat da ji bo personelên xwe yên li Venezuelayê

Li Venezuelayê nêzî 150 xebatkarên Amerîkayê hene....

Amerîkayê telîmat da ji bo personelên xwe yên li Venezuelayê

 Hat ragihandin Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê telîmat da personelên xwe yên asta duyemîn ên li ku Balyozxaneya Amerîkayê ya Venezuelayê dixebitin û ji wan ra got ku welêt terk bikin.

Li gor agahiyên di nûçeyên çapemeniya Amerîkayê da cih girtin Amerîkayê ji xebatkarên xwe yên li Venezuelayê wezîfedar in xwest ku bila ew welêt terk bikin lê telîmat da dîplomatên xwe yên asta yekemîn ku bila ew li Venezuelayê li ser karê xwe bin.

Li Venezuelayê nêzî 150 xebatkarên Amerîkayê hene û hat gotin ku ji ber parastina wan hêsan nîne telîmateke wisa hat dayîn lê Balyozxaneya ku li paytext Caracasê ye wê vekirî bimîne.

Ji bilî vê wezaretê ji welatiyên xwe yên ku li Venezuelayê ne jî xwest ku bila ji bo terikandina welêt amade bin.AA

Dîroka nûkirinê: 25 Çile 2019, 17:30
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE