Li gor nûçeyên çapemeniya herêmî, hin kesan caw da polês û tîmên agirkujê ku li dervayî serkonsolxaneyê di hundirê tenekeyên servekirî da belge û kaxiz tên şewitandin.
Ji ber ku rayeya polêsan û ekîban tune ew bikevin serkonsolxaneyê rayedarên polêsan telîmat dan ku heta 24ê Tîrmehê saet 16.00an avahiyê serkonsolxaneyê bê valakirin.
Li ser vê biryarê Çînê daxuyand ku ev provokasyon e, telîmata ku hatiye dayîn dijî hiqûqa navneteweyî ye.
Berdevkê Wezareta Karên Derva yê Çînê Vang Venbîn wiha daxuyand: "Daxwaza tê kirin ku serkonsolxaneya Çînê ya li Houstonê di demeke kin da bê girtin gaveke Amerîkayê ya herî xemnexwur e ku ew di demên dawîn da dixwaze rageşiya bi Çînê ra zêde bike."
Vebîn got heke Amerîka paşve gav neavêje ewê jî tevdîrên li hemberî vê bibînin û hişyarî da.
Ji rêvebiriya Washîngtonê hê tu daxuyanî nehat dayîn.