"Amerîkayê tişta ku li Libya û Iraqê kir dixwaze li Venezuelayê jî bike"

Serokê Dewleta Venezuelayê Nicolas Maduro:"Em ew welat in ku li dinyayê rezerva petrolê ya herî zêde ya me ye. Amerîkayê çawa li Libya û Iraqê kir, bi heman awayî dixwaze dest bide ser petrola me"

"Amerîkayê tişta ku li Libya û Iraqê kir dixwaze li Venezuelayê jî bike"

Serokê Dewletêa Venezuelayê Nicolas Maduro got, "Em ew welat in ku li dinyayê rezerva petrolê ya herî zêde ya me ye. Amerîkayê çawa li Libya û Iraqê kir, bi heman awayî dixwaze dest bide ser petrola me."

Maduro di vîdeoya ku li ser hesabê xwe yê medyaya civakî belav kir da diyar kir ku li dijî Venezuelayê şerekî psîkolojîk û medyatîk ku di serî da Amerîka, di qada navneteweyî da jî piştgiriya wê tê kirin, dest pê kiriye.

Maduro dubare kir ku li welatê wî hewldaneke derbeyê heye ku bi destê hikûmeta Amerîkayê tê fînansekirin û birêvabirin û wiha got, "Xeberên derew çêdikin û vîdeoyên ku pê hatine lîstin diweşînin. Bi tiştên ku medyaya Amerîkayê nîşanî we dide bawer nebin."

Maduro bangî gelê Amerîkayê kir ku hişyar û yekdeng bin û wiha dewam kir, "Em nehêlin ku li Amerîkaya Latîn waqieyeke Vîetnamê rû bide. Heger Amerîka xwe lê dayne û midaxaleyî me bike, dê ji Vîetnameke di xeyalê xwe da ya pir xerabtir ra rûbirû bibe. Em rê nedin tundiyê, em gelekî aştiyê ne. Em bi dîroka Simon Bolivar û Hugo Chavez serbilind in."

- Li Venezuelayê çi bûbû? 

Li Venezuelayê alîgirên muxalefetê û deshilatê di 23yê Çileya Paşîn da roja çarşemê mitîng li dar xistibûn û van mitîngan tesîreke mezin li ser rewşa welêt û herêmê kiribû. 

Serokê Meclisa Neteweyî Juan Guaidodi mitînga muxalefetê da gotibû ew hikûmeta Serokê Dewletê Nicolas Maduro nas nake û xwe wekî "serokê dewletê yê berwext" îlan dike. Li ser vê di serî da Amerîka, welatên wek Kanada, Kolombiya, Peru, Ekvador, Paraguay, Brezîlya, Şîlî, Panama, Arjantîn, Kosta Rîka û Guatemalayê serokatiya wî qebûl kiribûn. 

Welatên wek Meksîka, Tirkiye, Rûsya, Kuba, Çîn û Bolivyayê jî piştgirî dabûn hikûmeta Maduro û serokatiya Juan Guaidodî qebûl nekiribûn.

AA

Dîroka nûkirinê: 31 Çile 2019, 17:09
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE