Komîsyona Bazirganiyê ya Navneteweyî ya Amerîkayê daxuyand, bihayê alavên alumînyum ên ku ji 16 welatan tên kirîn li gor bihayê welêt kêmtir tên firotan ku ev îtxalat zirarê dide welêt.
Di daxuyaniyê da hat gotin Wezareta Bazirganiyê wê ji bo 16 welatan fermana baca gumrukê ya antî dampîngê biweşîne.
Hat gotin piştî vê nirxandinê ji bo îtxalata vê alavê wê ji Behreyn, Hindistan û Tirkiyeyê baca zêde bê stendin.
Welatên ku baca gumrukê ya antî dampîngê wê ji wan bên stendin ev in: Behreyn, Brezîlya, Xirvatistan, Misir, Almanya, Hindistan, Endonezya, Îtalya, Umman, Romanya, Sirbistan, Slovenya, Afrîkaya Başûr, Îspanya, Tayvan û Tirkiye.
AA