Amerîkayê wesayîtên bizirx û radarê sewqî Sûriyeyê kir

Der barê mijarê da berdevkê CENTOMê Serbaz Bill Urban daxuyanî da û got: "Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê ji bo ewlehî û piştevaniya hêzên koalîsyonê yên li bakurê rojhilatê Sûriyeyê ne çend telîmat da. Li wê derê ji bo ku hêzên Amerîkayê zêdetir bi balafiran li asîmanan bigerin wesayîta radarê ya bi tîpa Sentîneyê û bo parastina eskerên Amerîkayê yên li Herêma Ewle ya Sûriyeyê ne jî Wesayîtên Herbê yên Bizirx ên Bradleyê hatin sewqkirin."

Amerîkayê wesayîtên bizirx û radarê sewqî Sûriyeyê kir

 Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTOM) ragihand ku wan wesayîta radarê ya bi tîpa Sentînelê û wesayîtên bizirx ên bi tîpa Bradleyê sewqî bakurê rojhilatê Sûriyeyê kirin.

Der barê mijarê da berdevkê CENTOMê Serbaz Bill Urban daxuyanî da û got: "Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê ji bo ewlehî û piştevaniya hêzên koalîsyonê yên li bakurê rojhilatê Sûriyeyê ne çend telîmat da. Li wê derê ji bo ku hêzên Amerîkayê zêdetir bi balafiran li asîmanan bigerin wesayîta radarê ya bi tîpa Sentîneyê û bo parastina eskerên Amerîkayê yên li Herêma Ewle ya Sûriyeyê ne jî Wesayîtên Herbê yên Bizirx ên Bradleyê hatin sewqkirin."

Urban destnîşan kir ku ev gav ji bo têkoşîna hêzên Amerîkayê yên li hemberî DEAŞê bidomîne hatine avêtin û wiha domand: "Wezareta Parastinê berê jî wesayîtên bi tîpa Bradleyê sewqî Sûriyeyê kirin. Amerîka li Sûriyeyê ji bo bi welatekî ra şer bike hewl nade lê dema hewce bike wê hêzên koalîsyonê biparêze."

Urban der barê mijarê da pirsên nûçegihanê AAyê jî bersivand û got: "Ev wesayît wê ji hêla eskerên Amerîkayê va bên şixulandin." 

Ji bo pirsa ku çend wesayît hatine şandin da jî Urban bi hinceta ewlehiyê hejmara wesayîtên hatine sewqkirin neda.

Artêşa Amerîkayê li hin herêmên bakurê rojhilatê Sûriyeyê ne bi YPG/PKKya rêxistina terorê ya navê HDSê li xwe daniye ra hevkariyê didomîne û tesîsên neftê yên li rojhilatê welêt jî tevî rêxistinê diparêzin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE