Endamê Konseya Serokatiya Libyayê Mihemed Ammarî ji ser hesabê xwe yê Facebookê peyamek da û got: "Wexta wî hat, general Xefterê derbeker di demeke nêz da wê cezayê ku heq dikir wê bikişîne."
Ammarî destnîşan kir ku hikûmeta Libyayê wê hemû bajaran ji milîsên Xefter rizgar bike û hemû welêt hilde bin kontrola xwe û wî eşîrên li Esabîayê ku du roj berê avêtin pişta hikûmeta Libyayê, jî pîroz kir.
Di peyama xwe da Ammarî bangî şêniyên li herêma Berka û bajarê Terhuneyê kir û ji wan xwest ku bila ew jî derbasî alî hikûmetê bibin û wiha domand: "Rojên Xefterê sûcdarê şer li ber dawî bûnê ne. Cezayê ku heq dike jî wê lê bê birîn. Em destê xwe dirêjî we dikin û dibêjin ku deriyê welatê Libyayê ji we ra û hemû gelê Libyayê ra vekiriye."AA