Angela Merkel xwe xiste karantînayê

Şansolyeya Almanyayê Angela Merkel ji ber cureya nû ya koronavîrusê xwe xiste karantînayê.

Angela Merkel xwe xiste karantînayê

Hat ragihandin ku Şansolyeya Almanyayê Angela Merkel ji ber cureya nû ya koronavîrusê (Kovîd-19) xwe xiste karantîna

Berdevkê Hikûmetê Steffen Seibert bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku Angela Merkelê roja îniyê ji ber zaturreyê derzî li xwe daye, doktorê ku derzî lê daye testa wî ya koronavîrusê pozîtîf derketiye. Angela Merkela ji ber vê yekê li malê xwe xistiye karantînayê.

Seibert destnîşan kir ku dê Merkel di pêvajoya karantînayê de ji malê bixebite û di demeke nêzîk de dê testa koronavîrusê bike.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE