Apple wê 25 dolarî bide xwediyên iPhoneyên kevin

Xwediyê modelên iPhone 6, 6S, 7 û SEyê bixwazin, şirket wê 25 dolarî bide wan.

Apple wê 25 dolarî bide xwediyên iPhoneyên kevin

Li ser îdiaya ku şirketa Appleyê modelên têlefonên xwe yên berê bi qestî giran kirine, doz lê hat vekirin û şirketê dayîna 500 milyon dolarî qebûl kir. Li gor vê heke mişteriyên şirketê yên xwediyê modelên iPhone 6, 6S, 7 û SEyê bixwazin, şirket wê 25 dolarî bide wan.

Şirketa Appleyê di sala 2017an da bi hinceta ku "pêşî li ber girtina cîhazên modelên berê bigre", performans giran kirin û ev yek jî qebûl kir. Li ser vê hin mişteriyên şirketê doz li şirketê vekir. Şirketê bi parêzerên xerîdaran ra li hev kir û berpirsiyariya girankirina têlefonan qebûl kir.

Fîrmaya teknolojiyê ya navdar, piştî ku xetaya xwe qebûl kir, bihayê bataryayan 29 dolar erzan kir. Lê gelek kesan got ku ew di vê pêvajoyê da mexdûr bûn û bi sedan dolar xerc kir û têlefonên nû kirîn û parêzerên xerîdaran kirin dewrê.

Şirketa ku navenda wê li Californiayê ye, di vê mijarê da xetaya xwe qebûl nekiribe jî, bi parêzerên xerîdaran ra li hev kir. Li gor lihevkirinê şirket soz da ku wê 93 milyon dolar jê bide parêzeran, bi tevahî sozê 500 milyon dolarî da.

Li gor peymanê mişteriyên ku têlefonên wan ên iPhone 6, 6S, 7 û SE model hene, heke bixwazin wê ji şirketê 25 dolarî bistînin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE