Li Efrînê bûyerên nexweş qewimîn lê êdî hêdî hêdî tê ser hemdê xwe. Pîrekên bajêr, wekî berê hevîrên xwe vedikin û nanên xwe yên sêlê çêdikin.
Şînahiya derdorê, dengê dîkan û arvanê destên pîrakan..
Ev der Efrîna delal e ku bi şer û pevçûnan gelek zehmetî kişand.
Lê niha êdî him bajar him jî gel tê ser hemdê xwe û weke berê kevneşopiyên xwe û karên xwe yên rojane didomînin.
Pîrekên Efrînî gilokên hevir vedikin û li ser sêlê dipêjînin.
Ji xeynî nan, şamborekan jî çêdikin û bi vî awayî him maliyên xwe têr dikin him jî çanda xwe didomînin.