Arkeologên Fransî li rojhilatê Suriyeyê teletel şûnwarên dîrokî dikolin

Terorîstên YPG/PKKyî beşdariya arkeologên ku bi piranî bi şev dixebitin dikin û pasevantiya wan dikin.

Arkeologên Fransî li rojhilatê Suriyeyê teletel şûnwarên dîrokî dikolin

Arkeologên Fransî li rojhilatê Suriyeyê li parêzgeha Dêrazorê ku di bin dagiriya rêxistina terorê YPG/PKKyê da, dest datînin ser berate û berhemên dîrokî yên ku di kolana şûnwarên dîrokî da derdixin.

Li gorî agahiya ku ji çavkaniyên herêmî hat wergirtin, arkeologên Fransî li rojhilatê parêzgeha Dêrazorê nêzîkî bajarokê Xirabeya Rojhilat li Bajarê Antîk Dur Katlîmnûyê ku wekî Girê Şêx Hamad tê zanîn, şûnwarên dîrokî dikolin.

Di xebatên kolanê ku serê salê dest pê kirin da herî kêm 10 arkeolog û pisporên Fransî beşdar in.

Xebat bi piranî teletel û bi şev di hîmayeya terorîstên YPG/PKKyî da tên kirin.

Çavkanî diyar dikin ku Fransî dest datînin ser berate û berhemên dîrokî yên ku di kolana şûnwarên dîrokî da derdixin û dibin qada petrolê Omerê ku eskerên Fransa û Amerîkayê lê ne.

Terorîstên YPG/PKKyî jî nahêlin sivîl nêzîkî bajarê antîk bibin û wan hişyarî dikin heger na, ew ê wan destgîr bikin.

Li paytextê Fransayê Parîsê meha çûyî bi îdiaya firotina berhemên dîrokî yên ji welatên wekî Misir, Yemen, Lîbya û Suriyeyê, 5 berşik hatibûn binçavkirin.

- Bajarê Dur Katlîmnûyê yê Kevnare

Bajarê Kevnare 70 kîlomêtre dûrî navenda Dêrazorê ye û bajarekî herî girîng ê dewra Împaratoriya Asûrê ye.

Ji destpêka şerê navxweyî heta niha terorîstên DEAŞ û YPG/PKKyî çendîn caran bajarê kevnare xerab kir. Arkeologên Alman di navbera salên 1978 - 2010ê da li bajarê kevnare xebatên kolandinê meşandibûn.

- Li Suriyeyê hebûna Fransayê

Artêşa Fransayê li Suriyeyê li herêmên ku ji aliyê YPG/PKKyê va hatin dagirkirin, bi derfetên Amerîkayê û di binê hîmayeya Amerîkayê da dimîne.

Li gor agahiyên ku AAyê ji çavkaniyên herêmî bi dest xistin, Frensî vê gavê li bajarên Dêrazor, Heseke û Reqqayê li 4 baregehên eskerî hene.

Frensî li hemû baregehên eskerî yên ku lê bicih bûne, bi eskerên Amerîkayê ra tev dimînin, bi artêşa Amerîkayê ra diçin û tên, YPG/PKK wan diparêze.

Dora 200 eskerên Fransayê li herêmên ku di binê dagirkirina YPG/PKKya rêxistina terorê da ne, dimînin.

Eskerên Fransayê yên li Suriyeyê ji du yekîneyên ku yek jê "hêzên taybet" e û yek jê jî "eskerên ku di nava hêzên koalîsyonê da wezîfeyê dikin" pêk tê.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE