Artêşa Amerîkayê bi YPG/PKKyê ra dewriyeya hevpar dike

Digel sozên ku Amerîka û Rûsyayê dan, YPG/PKKya rêxistina terorê hê li bakurê Sûriyeyê ye

Artêşa Amerîkayê bi YPG/PKKyê ra dewriyeya hevpar dike

Artêşa Amerîkayê li bakur û rojhilata Sûriyeyê di qadên neftê da bi YPG/PKKyê ra fealiyetên xwe yên dewriyeyê didomîne.

Di nav sînorê Tirkiye-Iraq-Sûriyeyê da li nav sînorên navçeya Malîkiyeyê gelek bîrên neftê di destê YPG/PKKya rêxistina terorê da ne.

AAyê li Malîkiyeya ser bajarê Hesekeyê ku dikeve bakurê rojhilata Sûriyeyê, dewriyeyên artêşa Amerîkayê û YPG/PKKyî li cem hev dîtin û dîmena wan kişand.

Ji aliyekê va terorîst ji bîran neftê derdixin ji aliyê din va jî Amerîkayî û YPG/PKKyî bi hev ra dewriye digerin.

Hat dîtin ku terorîst eskerên Amerîkayê jî diparêzin û ev terorîst girêdayî yekeya HATê ya qaşo hêzên taybet a rêxistinê ye.

Eskerên Amerîkayê di hefteyên dawîn da li qadên neftê dewriyeyên xwe zêde kirin û esker car caran dikevin tesîsan û bi berpirsên rêxistinê ra hevdîtinan dikin.

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu pêr daxuyanî dabû û wiha gotibû, "Li ser çavkanî û dewlemendiyên li Sûriyeyê ji xeynî xelkê Sûriyeyê heqê tu kesî tuneye."

Her wiha li gor mitabaqata 17ê cotmehê ya navbera Tirkiye û Amerîkayê, divê artêşa Amerîkayê di nav 120 saetan da terorîst ji herêma ewle derxistana.

Rêvebiriya Amerîkayê di dawiya cotmehê da diyar kiribû ku wê hebûna xwe ya eskerî ya li qadên neftê yên li Sûriyeyê zêde bike û piştî vê daxuyaniyê li derdora Dêrazorê jî tehkîmatên xwe yên eskerî zêde kiribû.

Artêşa Amerîkayê dema Herekata Kaniya Aştiyê li Sûriyeyê ji 16 baregeh û deverên eskerî vekişiyabû. Piştî herekatê eskerên Amerîkayê vegeriyabûn 6 baregehên xwe yên li Heseke, Reqqa û Aynelerebê.

Amerîkayê li Sûriyeyê herî zêde xwe daye ser qadên neftê û li Dêrazorê du baregehên din çêdike.

AA

Dîroka nûkirinê: 12 Mijdar 2019, 16:32
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE