Artêşa Azerbaycanê 13 gundên din jî ji dagirkeriya Ermenistanê xilas kir

Artêşa Azerbaycanê 13 gundên din jî ji dagirkeriya Ermenistanê xilas kir

Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev daxuyand artêşa Azerbaycanê 13 gundên li ser bajarê Cebraîlê ji dagirkeriya Ermenistanê xilas kir.

Aliyev li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyand artêşa Ermenistanê agirbesta di 18ê cotmehê da kete rewacê binpê kir û bi topan va êrîşî cih û warên sivilên Azerbaycanê kir.

Aliyev got di van êrîşan da mirî û birîndar hene, artêşa Azerbaycanê jî bersiv daye van êrîşan û hin cih rizgar kiriye.

Di peyama xwe da Aliyev wiha got: "Gundên Soltanli, Emirvarli, Maşanli, Hasanli, Alîkeyhanli, Kumlak, Hacili, Goyerçînveysellî, Niyazgullar, Keçel Memmedlî, Şahvellî, Haci Îsmayilli û Îsakli yên li ser bajarên Cebraîlê ji dagirkeriyê hatin xilaskirin. Qerebax ya Azerbaycanê ye."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE