Hat ragihandin ku Artêşa Azerbaycanê kete bajarê Kelbecera ku 27 sale ji aliyê Ermenistanê ve dagîrkirî ye.
Di daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Azerbaycanê de hat ragihandin ku bi pê peymana agirbestê ya ku bi navgîniya Rûsyayê di navbera Azerbaycan û Ermenistanê de hat girêdan, Artêşa Azerbaycanê kete bajarê Kelbecerê.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku guzergaha çiyayî ya ku dê artêş tê re derbas bibe ji mayinan hat paqijkirin.AA