Artêşa Azerbaycanê xisarê dide artêşa Ermenistanê

Artêşa Azerbaycanê xisarê dide artêşa Ermenistanê

Artêşa Azerbaycanê rê li ber êrîşên artêşa Azerbaycanê girt û zirarekemezin da hêzên Ermenistanê.

Li gor daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Azerbaycanê li aliyê Agdere, Agdam, Fuzulî, Cebraîl û Hadrutê wek rojên berê rewşeke rageşiyê heye.

Hat gotin şev rê li ber êrîşên hêzên Ermenistanê hat girtin, ji ber zirara ku artêşa Azerbaycanê da hêzên Ermenistanê mecbur ma ku vekişin.

Wezaretê daxuyand 2 tankên T-72, dijebalafireke Tor-M2KMyê, 4 pergalên moşekan ên Gradê, D-20ek, D-30yek, 2 obusên D-1yê û çend wesayîtên ÎHAyê û yên personelan ên artêşa Ermenistanê hatin îmhakirin.

Hat destnîşankirin hêzên Ermenistanê derbeyeke giran xwar, wesayît, muhîmat û sotemeniya wê hindik maye ku xelas bibe.

Di daxuyaniyê da hat gotin artêşa Azerbaycanê guh dide agirbesta mirovî û li hemû eniyan jî rewşa wê baş e, lê artêşa Ermenistanê agirbestê binpê dike û êrîşî bajarên Goranboy, Terter, Agdam û Agcabediyê dike.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE