Artêşa Azerbeycanê 13 gundên din ji dagirkeriya Ermenistanê xilas kir

Serokkomarê Azerbeycanê Îlham Eliyev ragihand ku artêşa Azerbeycanê 13 gundên din ji dagirkeriya Ermenistanê xilas kir.

Artêşa Azerbeycanê 13 gundên din ji dagirkeriya Ermenistanê xilas kir

Serokkomarê Azerbeycanê Îlham Eliyev ragihand ku artêşa Azerbeycanê 13 gundên din ji dagirkeriya Ermenistanê xilas kir.

Eliyev ji ser hesabê xwe yê Twîtterê parvekirina "Artêşa Azerbeycanê ya mizafer Bîrîncî Axali, Îkîncî Axali, Uçuncu Axali û Zerneliya gundên Zengîlanê, Mandilaya gundê Fuzulî, Kazanzemî, Xanaxabulak, Çullu, Kuşçulara gundên Cebraîlê, Giyasli, Edîlce û Gilicanna gundên Gubadliyê ji dagirkeriyê xilas kir. Her bijî artêşa Azerbeycanê. Qerebax a Azerbeycanê ye." kir.

Artêşa Azerbeycanê di operasyona ku di 27ê îlonê li Qerebaxa Çiyayî dabû destpêkirin da 4 navendên bajêr, 3 bajarok û dora 170 gundan û hin girên girîng ji dagirkeriya Ermenistanê xilas kiribû.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE