Artêşa Azerbeycanê 23 gundên din jî ji dagirkeriya Ermenistanê xelas kirin

Artêşa Azerbeycanê 23 gundên din jî ji dagirkeriya Ermenistanê xelas kirin

Serokkomarê Azerbeycanê Îlham Aliyev daxuyand ku artêşa Azerbeycanê 23 gundên din jî ji dagirkeriya Ermenistanê xelas kirin.

Aliyev li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha got, "Artêşa Azerbeycanê ya serkeftî ji gundên Fuzuliyê Gobu Dilagarda, Yal Pirahmetlî, Yaglivenda Jorîn, Dilagarda, Seyîd Mahmûdlî û Elesgerlî, ji gundên Xocaliyê Demircîler, Çanakçi, Medetkend û Sixnak, ji gundên Xocawendê Susanlik, Domî, Tûx, Akaku û Azix, ji gundên Cebraîlê Huseynalilar, Soyudlu û Sîrîka Jêrîn, ji gundên Gubadliyê Molluya Jorîn, Molluya Jêrîn û Hocik, ji gundên Zengilanê Keçîklî û Ordeklî ji dagirkeriyê rizgar kirin. Bijî artêşa Azerbeycanê. Qerebax ya Azerbeycanê ye.

Artêşa Azerbeycanê di 27ê îlonê da li Qerebaxa Çiyayî dest bi operasyonê kir û heta niha navenda 5 bajaran, 3 bajarok û dora 240 gundî û hin girên girîng ji dagirkeriya Ermenistanê xelas kirine.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE