Artêşa Azerbeycanê ji bo rizgarkirina axên xwe yên dagirkirî operasyon da destpêkirin û li 3 gundên bajarê Cebraîlê û hin girên stratejîk kontrol kir destê xwe.
Serokomarê Azerbeycanê Îlham Aliyev li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha got, "Artêşa Azerbeycanê îro gundên Cebraîlê yên Şihalî Agali, Saricali û Mezreyê û ji hin aliyan va hin girên stratejîk ji dagirkeriyê xelas kirin. Operasyona serkeftî ya artêşa me ya qehreman dewam dike. Qerebax ya Azerbeycanê ye."
Artêşa Azerbeycanê duh jî navenda bajarê Cebraîlê û 9 gund ji dagirkeriyê xelas kiribû.
AA