Hat ragihandin ku artêşa Azerbeycanê 3 ÎHAyên Ermenistanê xistin.
Li gor daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Azerbeycanê, artêşê nîvê şevê li aliyê bajarê Tovuzê yê li ser sînorê Ermenistan-Azerbeycanê li 2 ÎHAyên artêşa Ermenistanê xist.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku dora saet 10.00î jî li xeta eniyê, aliyê bajarê Agdamê bi destê hêzên esmanî yên Azerbeycanê ÎHAyeke Ermenistanê hat xistin.
AA