Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Eliyew daxuyand Artêşa Azerbeycanê 8 gundên din jî ji dagirkeriya Ermenistanê xilas kir.
Eliyew li ser hesabê xwe yê Twîtterê wiha daxuyand: "Artêşa Azerbeycanê ya mizefer Çaprand, Hecî Îsakli û Goşe Bulaxa gundên Cebraîlê, Dere Gîletax û Buyuk Gîletaxa gundên Zengilanê, Işikli Muratxan û Mîlanliya gundên Qubadliyê ji dagirkeriyê xilas kir. Bijî artêşa Azerbeycanê. Qerebax Azerbeycan e."
Artêşa Azerbeycanê di operasyona ku 27ê Îlonê da li Qerebaxa Çiyayî dabû destpêkirin da 4 navendên bajêr, 3 bajarok, nêzîkî 190 gund û hin girên girîng ji dagirkeriya Ermenistanê xilas kiribû.
AA