Artêşa Azerbeycanê 9 gundên din jî ji dagiriya Ermenistanê rizgar kir

Artêşa Azerbeycanê 9 gundên din jî ji dagiriya Ermenistanê rizgar kir

Îlham Eliyevê Serokomarê Azerbeycanê ragihand ku artêşa Azerbeycanê 9 gundên din jî ji dagiriya Ermenistanê rizgar kir.

Eliyev li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha got: "Artêşa Azerbeycanê ya mizefer Qurbantepe, Şahweledlî, Xubyarlî û Xudaverdîliya gundên Cebraîlê, Eladîn û Vecneliya gundên Zengilanê û Kavdadik, Memer û Mollaliya gundên Qubadliyê ji dagiriyê rizgar kir. Her bijî artêşa Azerbaycanê. Qerabax Azerbaycan e."

Artêşa Azerbaycanê di operasyona ku 27ê Îlonê li Qerebaxa Çiyayî da destpêkirin da 4 navendên bajêr, 3 bajarok, qederê 190 gund û hin girên girîng ji dagiriya Ermenistanê rizgar kirine.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE