Artêşa Azerbeycanê bajarê Şûşayê ji dagirkeriyê xelas kir

Serokkomarê Azerbeycanê Îlham Eliyev: "Piştî 28 salan li Şûşayê dengê azanê wê bê bihîstin."

Artêşa Azerbeycanê bajarê Şûşayê ji dagirkeriyê xelas kir

Serokkomarê Azerbeycanê Îlham Eliyev daxuyand bajarê Şûşayê ku bajarê sembol a Qerebaxa Çiyayî ye ji dagirkeriyê hat rizgarkirin.

Eliyev di axaftina xwe ya ku bangî neteweyê dike da mizgînî da û got Şûşaya ku 28 sal bûn di bin dagirkeriyê da ye hat rizgarkirin.

Eliyev ewil çû li ser gora Serokomarê rehmetî Heyder Eliyev çelenkeke kulîlkan danî. Li vir sirûda neteweyî ya Azerbeycanê hat gotin.

Eliyevê cil û bergên eskerî li xwe kir ji bo rêzgirtinê li ser piyan ma, jina wî Mîhrîban Eliyev jî bi wî ra çû li ser goristanê.

Piştî vê Eliyev çû Xiyabana Şehîdên Bakuyê ya ku şehîdên 20ê Çileya Paşîn lê hatine definkirin û li wir bangî gel kir.

Eliyev got eskerên Azerbeycanê bajarê Şûşayê xilas kirin, ev roj di dîroka Azerbeycanê da wê wek rojeke girîng cih bigire û wiha axivî: "Di dîroka Azerbeycanê da cihê Şûşayê taybet e. Şûşa bi tenê dur û mircana Azerbaycanê nîne, ya Kafkasyayê ye jî. Piştî 28 salan li Şûşayê dengê azanê wê bê bihîstin."

- Bajarê Şûşayê

Şûşa di 8ê Gulana 1992yan da ji hêla Ermenistanê va hatibû dagirkirin.

Bajarê Şûşayê di sala 1752an da ji hêla Xanê Qerebaxê Penaxalî va hat avakirin. Ji ber ku gelek zanyar û kesên girîng ji vî bajarî derketin û abîdeyên dîrokî li vir hene Şûşa ji bo Azerbeycaniyan bajarekî girîng e.

Şûşa ji bilî çand û dîroka xwe ji hêla erdnigariyê va jî cîhekî stratejîk e, lewra li ser rêya bajarê Xankendî ye ku ev bajar jî bajarê herî mezin ê Qerebaxa Çiyayî ye.

Artêşa Azerbaycanê di 27ê Îlonê da li Qerebaxa Çiyayî operasyon da destpêkirin. Ji wê rojê vir va 4 navendên bajêr, 3 bajarok, nêzîkî 22o gund û hin girên girîng ji destê Ermenistanê xilas kir.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE