Artêşa Azerbeycanê operasyonên ji bo rizgarkirina axa dagirkirî dabû destpêkirin, didomîne.
Wezareta Parastinê ya Azerbeycanê di daxuyaniya weşand da ragihand ku operasyonên li hêla Axdere, Fuzulî, Xadrûd, Cebraîl û Qubadliyê bi şev dewam kirin.
Hat daxuyandin hêzên Ermenistanê bi top û hewanan va êrîşî xeta parastinê ya Azerbeycanê kirin û artêşa Azerbeycanê jî bi ser kozikên Ermenistanê yên li hêla Fuzulî, Cebraîl û Qubadliyê da ber top û hewanan.
Di daxuyaniyê da hat gotin li hemû eniyan zirar û ziyaneke mezin dan binesazî û çavkaniyên eskerî yên Ermenistanê ji ber vê jî hêzên Ermenî di temînkirina cebilxane, çek, techîzat û xwarinê da zehmetiyê dikişînin.
Hat gotin ku eskerên ji Ermenistanê anîbûn naxwazin şer bikin û firar dikin. Ji hêla din va jî li hemû eniyan kontrol di destê artêşa Azerbeycanê da ye.
AA