Hat ragihandin ku artêşa Azerbeycanê firokeya bêfirokevan a Ermenistanê xist xwarê.
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Parastina Azerbeycanê da hat destnîşankirin, firokeya bêfirokevan a Ermenistanê ku li ser axa Azerbeycanê firîna keşfê pêk anî, ber êvarê hat xistin.
Hat destnîşankirin, li perçeyên firokeya bêfirokevan a ku hat xistin, digerin.
Di daxuyaniyê da agahî nehat dayîn ka firoke li ku derê hat xistin, lêbelê di malperên medyaya civakî da hat îdiakirin ku li parêzgeha Şemkîrê ku bi Ermenistanê ra hemsînor nîne, hat xistin.
AA