Artêşa Azerbeycanê heta niha 22 cî û war ji dagirkeriyê xelas kir

WPN: "Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewledar ên Azerbeycanê hatin hildan, Artêşa Azerbeycanê heta niha 22 cî û war ji dagirkeriyê hatin xelaskirin"

Artêşa Azerbeycanê heta niha 22 cî û war ji dagirkeriyê xelas kir

Wezareta Parastina Neteweyî (WPN) ragihand artêşa Azerbeycanê heta niha 22 cî û war ji dagirkeriyê rizgar kir.

Di daxuyaniya wezaretê weşand da der barê operasyona ku Azerbeycanê ji bo rizgarkirina axên xwe yên dagirkirî dabû destpêkirin da agahî hat parvekirin.

Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewledar ên Azerbeycanê hatin hildan, Hêzên Çekdar ên Azerbeycanê di çarçoveya herekata ji bo rizgarkirina axên xwe yên dagirkirî dan destpêkirin da bajarê Cebraîlê û gundên Karahanbeylî, Aşagi Seyîtahmetlî, Mehdîlî, Aşagi Maralyan, Kuycak, KendHoradîz, Çakirli, Buyuk Mercanli, Şeybey, Talşş, Karkûlû, Şukurbeylî, Yûkari Maralyan, Cereken, Daşkesen, Horovlû, Dejan, Mahmûtlû, Caferabat, Sûgavûşan û Papî jî tev heta niha 22 cî û war ji dagirkeriyê hatin xelaskirin"

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE