Artêşa Azerbeycanê kontrola hin deverên bilind bi dest xist

Piştî ku hêzên Ermenî gule berdan cî û warên sivîlên Azerbeycanê, artêşa Azerbeycanê wek bersiv êrîş da destpêkirin û kontrola hin deverên bilind ên derdora gundê Talişê bi dest xistin.

Di daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Azerbeycanê da hat ragihandin ku wan bi fuze û topan va derbe li kozikên artêşa Ermenistanê xist û hêzên Ermenî paşve kişiyan.

Li gor daxuyaniyê hin deverên bilind ên derdora gundê Talişê yê nêzî herêma Terterê ji hêzên dagirker hatin paqijkirin û ji hêzên Ermenî zayîateke giran çêbû.

Wezaretê dîmenên ku ji hewa va hatine kişandin û tê da cesedên eskerên Ermenî hene jî parve kir.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE