Artêşa Azerbeycanê li Laçina ji dagirkeriyê hat xilaskirin ala daliqand

Eskerên Azerbeycanê yên ku piştî 28 salan ketina bajarê Laçina ku Ermenistanê di sala 1992yan da dagir kiribû li navenda bajêr ala daliqandin.

Di dîmenên ku Wezareta Parastinê ya Azerbeycanê parve kir da tê dîtin ku fermandarê eskerên ku ket bajêr li ber derê avahiya ku ala hat daliqandin da xitabî Serokomar Îlham Eliyev dike û dibêje ku "Birê Serfermandarê me, alaya Azerbeycanê li bajarê Laçinê li ba dibe. Her bijî Azerbeycan. Her bijî Serfermandar. Qerebax ê Azerbeycanê ye."

Di operasyona ku artêşa Azerbeycanê di 27ê îlonê da destpêkirin da navenda 5 bajêran, 4 bajarok û 286 gund hatibû xilaskirin û li ser vê yekê Ermenistanê têkçûnê qebûl kiribû û peymana teahud dikir ku dê bajarên Axdam, Laçin û Kelbecera dagirkirî jî vala bike.

Artêşa Ermenistanê di 20ê sermawezê da ji Axdamê, di 25ê sermawezê da ji Kelbecerê, duh jî ji Laçinê vekişiyabû.

AAA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE