Artêşa Azerbeycanê pergalên fuzeya balîstîk ên Ermenistanê ji navê birin

Artêşa Azerbeycanê pergalên fuzeya balîstîk ên Ermenistanê ji navê birin

Artêşa Azerbeycanê pergalên fuzeya balîstîk ên Ermenistanê ku amadekarî dikir pê êrîşî cih û wargehên sivîlan bike, ji navê birin.

Di daxuyaniya Wezareta Parastina Azerbeycanê da hat ragihandin ku ji du pergalên fuzeya balîstîk ên li Ermenistanê bi cih bûyî, jê yek bi dema herêmê di saet dora 01.00an da, ya din jî di saet 08.36an da hatin jinavbirin.

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin, amadekarî dihat kirin ku bi fuzeyên hatin jinavbirin êrîşî cih û warên sivîlan ên li Azerbeycanê bikin û lewma jî her çiqas li erdê Ermenistanê hatibin bicihkirin jî ji bo artêşa Azerbeycanê bûn armancên qanûnî.

- Êrîşên Ermenistanê hatin şikandin

Hat ragihandin ku hêzên Ermenistanê ji bo dubaredagirkrina kozikên jidestdayî, nîvê şevê ji hêla Axdere, Aqdam, Fuzûlî, Cebraîl û Hadrûtê êrîş pêk anîn.

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku artêşa Azerbeycanê êrîş şikandin û her wiha 5 tankên T-72, 5 pergalên fuzeya grad, dijefirokeyeke OSA, zirîpoşeke BMP-2, topeke dijefiroke ya KS-19, 2 obusên D-30 û çend wesayîtên personelan hatin jinavbirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE