Artêşa Azerbeycanê pêşî li teşebisên êrîşan ên Ermenistanê girt

Artêşa Azerbeycanê pêşî li teşebisên êrîşan ên Ermenistanê girt

Her çend agirbest hatibe ragihandin jî artêşa Ermenistanê heta derengiyê şevê teşebisî êrîşan kir, lê artêşa Azerbeycanê pêşî li ber êrîşan girt.

Li gor daxuyaniya ku ji Wezareta Parastinê ya Azerbeycanê hat dayîn, hêzên Ermenistanê ji bo ku kozikên ji destê xwe kirine, cardin dagir bikin, bi şev bi komên piçûk êrîşî Aqdere, Axdam, Fuzulî û Hadrutê kirin.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku artêşa Azerbeycanê pêşî li êrîşan girt, 3 pergalên fuzeya Gradê, pergaleke balafirşikêna Tor-M2KMyê, balafirşikêneke bimotor a ZSU-23-4 Şilkayê, 2 wesayîtên peyadeyan ên bizirx ên BMP-2yê, 3 obusên Giatsint Byê, topeke balafirşikênê ya KS-19ê, obuseke D-20ê, 3 ÎHA û çend wesayîtên personelan ên artêşa Ermenistanê hatin îmhekirin, gelek esker hatin berterefkirin.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku personelê xeta pêşîn ê 5emîn Alaya Herbê hat berterefkirin, wesayîtên ku diçûn û dihatin jî hatin îmhekirin.

- Ermenistan êrîşên ser cî û warên sivîlan didomîne

Di daxuyaniyeke din a wezaretê da jî hat gotin ku artêşa Ermenistanê gule berdaye bajarên Azerbeycanê yên Axdam, Terter, Aqcebedî û Goranboyê.

Di navbera Ermenistan û Azerbeycanê da li Moskovayê hevdîtin hatibûn kirin. Biryar hatibû dayîn ji 10ê Cotmehê roja şemiyê saet 12.00an pê va li Qerebaxa Çiyayî ji bo guherîna cenaze û hêsîran agirbest bê kirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE