Artêşa Azerbeycanê pêşketina xwe diodmîne

Di daxuyaniyê da hat gotin ku 7 tank, 2 sîstemên fuzeya grad, 9 obus û 10 weasyştên cebilxane barkirî hatin îmhekirin.

Artêşa Azerbeycanê pêşketina xwe diodmîne

Artêşa Azerbeycanê di operasyona ji bo erdê xwe ji dagiriyê xilas bike dabû destpêkirin da pêşketina xwe didomîne.

Di daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Azerbeycanê da hat diyarkirin ku li aliyên Axdere, Axdam, Fuzulî, Hadrut û Cebraîlê rewşa rageşiyê hê dewam dike.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku artêşa Azerbeycanê li herêmên cuda xeta parastinê ya hêzên Ermenistanê qelişandin û pêşketina xwe didomîne, eskerên Azerbeycanê di operasyonan da hin gir û kozikên girîng bi dest xistin.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku 7 tank, 2 sîstemên fuzeya grad, 9 obus û 10 weasyştên cebilxane barkirî hatin îmhekirin.

Dîsa di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku tabura 1ê ya alaya muhrîb a 5an ya artêşa Ermenistanê li pey xwe gelek kuştî û birîndar hîşt û vekişiya, kêmzêde 300 eskerên ji alaya motorîze ya 1ê  kozikên xwe hîştin û revîn.

Hat diyarkirin ku artêşa Azerbeycanê li hemû eniyan di avantajê da ye.

Di daxuyaniyê da bal hat kişandin ku artêşa Ermenistanê agirbesta însanî bi eşkeretî binpê dike, ji ber destê sibê pê va dest pê kir bi topan êrîşî Terter, Axdam, Berde û Axcabediyê dike.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE