Artêşa Azerbeycanê tank û topên Ermenistanê îmhe kirin

Artêşa Azerbeycanê tank û topên Ermenistanê îmhe kirin

Hat ragihandin ku hêzên Ermenistanê li îstiqametên cuda yên eniyê bi şev heta destê sibê gule berdan eskerên Azerbeycanê û waran, artêşa Azerbeycanê jî gelek zeyîat da hêzên Ermenî.

Li gor daxuyaniya ku ji Wezareta Parastinê ya Azerbeycanê hat dayîn, pevçûn herî zêde li eniyên Aqdere, Agdam, Xocawend û Gubadliyê dewam dikin.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku hêzên Ermenistanê di 24 saetên dawîn da derbeyeke giran xwar, li hin herêmên eniyê personelên wê hatin berterefkirin û techîzat hatin îmhekirin û hêz jî mecbûr man û paşvekişiyan. Li gor daxuyniyê artêşa Azerbeycanê 4 tankên T-72yê, 2 topên D-20î û çend kamyonên ku tije muhîmat in, îmhe kirin.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku artêşa Ermenistanê duh top avêtin bajarên Terter, Berde, Agdam, Axcabedî û Gubadliyê û hat gotin ku di nav gelê sivîl da kuştî û birîndar hene.

Di daxuyaniyê da bal hat kişandin ku li hemû aliyên eniyê operasyon dewam dikin, rewş di destê artêşa Azerbeycanê da ye.

Li gor daxuyaniyê artêşa Ermenistanê di navbera sînorên herdu welatan da jî agirbest binpê kir û ji ser eraziyên Ermenistanê gule berdan eniyên Azerbeycanê yên li bajarên Tovuz, Gedebey û Daşkesenê.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE