Hat ragihandin Artêşa Azerbeycanê li eniyên cuda hêzên Ermenistanê yên ku êrîşî eskerên Azerbaycanê û sivîlan dikin berteref dikin.
Di daxuyaniya Wezareta Paratinê ya Azerbeycanê da hat diyarkirin ku pevçûn bi piranî li Axdere, Axdam, Xocavend û Xudabliyê dewam kirin.
Di 24 saetên dawîn da hêzên Ermenistanê techîzatên xwe yên eskerî hîştin û mecbûrî vekişiyan.
Hat gotin Artêşa Azerbeycanê li ciyên cuda yên eniyê tankeke T-72yê, obuseke D-30î, taximeke topa hewanê û kamyoneke tijî muhîmat yên Ermenistanê îmhe kirin.
Hat destnîşankirin ku li hemû enî di kontrola artêşa Azerbeycanê da ye.
AA