Artêşa Azerbeycanê zayîat da hêzên Ermenistanê

Artêşa Azerbeycanê zayîat da hêzên Ermenistanê

Hat ragihandin ku hêzên Ermenistanê digel agirbestê li îstiqametên cuda yên eniyê bişev heta destê sibê gule berdan eskerên Azerbeycanê û niştewaran, artêşa Azerbeycanê jî gelek zayîat da hêzên Ermenî.

Li gor daxuyaniya ku ji Wezareta Parastinê ya Azerbeycanê hat dayîn, pevçûn herî zêde li eniyên Agdere, Hocawend, Fuzulî, Zengilan û Gubadliyê dewam dikin.

Eskerên Azerbeycanê pêşî li hewildana êrîşê ya artêşa Ermenistanê girt, piştî ku ji eskerên Ermenistanê zayîat çêbû, vekişiyan.

Li îstiqametên cuda yên eniyê balafirşikêneke Osayê, 3 pergalên fuzeya Gradê, 6 obusên D-30î, 5 obusên D-20î û obuseke D-44ê, 2 topên Giasint-Byê, topeke hewanê ya 120 milîmêtreyî, pergaleke fuzeya tankşikên a Konkursê û 6 otomobîlên artêşa Ermenistanê hatin îmhekirin, gelek personelên eskerî hatin berterefkirin.

Di daxuyaniyê da hat gotin, ji ber ku jimara wesayîtan pir kêm bûne, ji hêzên Ermenistanê ra birin û anîna xwarin, çek û muhîmatan pirsgirêk e.

Hat gotin ku rêvebiriya Ermenistanê di tengasiyê da ye û nikare eskeran bişîne herêmên Azerbeycanê yên ku dagir kirine û gelek esker û polêsên bipeyman naxwazin herin eniyê.

Hat gotin ku li eniyan rewş di binê kontrola artêşa Azerbeycanê da ye.

Her wiha wezaretê daxuyand ku artêşa Azerbeycanê ji serê sibê pê va top avêtin bajarê Terterê.

Amerîkayê daxuyandibû ku Azerbeycan û Ermenistanê li ser agirbesteke berwext a însanî li hev kir ku li Qerebaxa Çiyayî şer bisekine. Agirbesta berwext di 26ê cotmehê li gor saeta herêmî di 08.00î da ketibû rewacê.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE