Artêşa Azerbeycanê zeyîata dide hêzên Ermenistanê didomîne

Artêşa Azerbeycanê zeyîata dide hêzên Ermenistanê didomîne

Hat ragihandin ku hêzên Ermenistanê digel agirbestê li îstiqametên cuda yên eniyê bi şev heta ber destê sibê gule berdan eskerên Azerbeycanê û artêşa Azerbeycanê jî gelek zeyîat da hêzên Ermenî.

Li gor daxuyaniya ku ji Wezareta Parastinê ya Azerbeycanê hat dayîn, pevçûn herî zêde li eniyên Axdere, Xocawend û Qubadliyê dewam dikin.

Li herêmên cuda yên eniyê 2 tankên T-72yê, 2 pergalên fuzeya Gradê û 2 jî yên Smerçê, 12 topên cuda, 3 wesayîtên bizirx ên piyade, 2 otomobîl, wesayîteke radarê û balafirşikêneke OSAyê jî hatin îmhekirin û gelek personelên eskerî yên artêşa Ermenistanê hatin berterefkirin.

Hat destnîşankirin ku kontrola eniyê di destê artêşa Azerbeycanê da ye. 

Wezaretê ragihand ku artêşa Ermenistanê ji serê sibehê pê va bajarên Terter, Axdam û Axcabediyê daye ber topan.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE