Artêşa Ermenistanê gule berî kozikên Azerbeycanê yên li sînor da, 2 esker birîndar bûn

Artêşa Ermenistanê gule berî kozikên Azerbeycanê yên li sînor da, 2 esker birîndar bûn

Wezareta Parastinê ya Azerbeycanê diyar kir ku eskerên Ermenistanê gule berî kozikên Azerbeycanê yên li îstiqameta Kelbecerê ya li sînorê herdu dewletan dan.

Di daxuyaniya wezaretê da hat destnîşankirin ku ji saet 00.50yî pê va ji kozikên Ermenistanê yên li bajarê Basargeçerê gule û top avêtin kozikên Azerbeycanê yên li Kelbecerê.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku di encama gule û topan da 2 eskerên Azerbeycanê birîndar bûn.

Dîsa di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku artêşa Azerbeycanê bersiv da êrîşê û berpirsyariya rageşiya li sînor zêde dibe jî di histûyê Ermenistanê da ye.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE