Artêşa Ermenistanê gule berda ser cî û warên sivîlan ên Azerbaycanê

Artêşa Ermenistanê gule berda ser cî û warên sivîlan ên li sînorê Azerbaycanê.

Artêşa Ermenistanê gule berda ser cî û warên sivîlan ên Azerbaycanê

 Di daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Azerbaycanê da hat ragihandin ku artêşa Ermenistanê dora nîvro bi hewanên 120 mîlîmêtroyî û obusên D-30yî gule berda ser gundên Axdam û Dondar Kuşçuyê li sînorê bajarê Tovuzê.

Hat ragihandin ku di êrîşê da tu kes nemir lêbelê hin malan zirar dît.

Di daxuyaniya Wezareta Karên Derva ya Azerbaycanê da jî hat diyarkirin ku Ermenistanê gule berda ser cî û warên sivîlan û "rûyê xwe yê êrîşkar û terorîst" car din nîşan da.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku Ermenistana sivîlan bombe dike û hemû xîmên hiqûqa navneteweyî kêm zêde îxlal dike û wiha hat gotin: "Birêvebiriya Ermenistanê bila wisa nefikire ku dê ev kirin bê ceza bimînin. Wekî hemû rewşên dagirkirinê dagirkirina axa Azerbaycanê jî berwext e û Ermenistan dê hesabê hemû kirinên xwe yên dereqanûnî bide."

Artêşa Ermenistanê duh li ser sînor li herêma Tovuzê bi topxaneyan êrîşî kozikên Azerbeycanê kiribû, artêşa Azerbeycanê jî bersiv dabû. Li ser vê yekê ji artêşa Ermenistanê kuştî çêbûbûn û artêş vekişiyabû. 

Di pevçûnê da ji artêşa Azerbeycanê 4 esker şehîd ketibûn, 4 esker jî birîndar bûbûn.

Artêşa Azerbeycanê jî kozikên artêşa Ermenistanê, îstasyona radara eskerî, depoyên wesayîtan, tank û wesayîtên bizirx kiribûn armanc.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE